PeyamaKurd- Kesekî ku Weqfa Hrant Dink tehdîd kiribû û peyama tehdîdê jê re şandibû li Tirkiyê li bajarê Konyayê hat girtin û bo îfadeyê wî bistînin wî birin Îstenbolê. Ew kesê ku peyama tehdîdê şandiye, di sîcîla wî de sûcên “birîndarkirina bi zanîn, tehdîd û heqaret” heye.
Serdozgeriya Îstenbolê ferman da hêzên asayîşê ku temamê mijarê bê lêkolînkirin, kesên gumanbar bên tesbîtkirin û postayên elektronîkî bên kontrolkirin. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu weha got:
“Ew provakatorê ku li Kuzguncukê xaça dêrê şikandiye di 24 sietan de û yê ku mesajê bo Weqfa Hrant Dink şandiye yekser hatine girtin. Em îznê nadin ku kes tevlîheviyê bike. Bi me bawer bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin