PeyamaKurd- Serokê ofîsa serokkomariya Îranê Mehmûd Waizî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump 8 car xwestiye serokê Îranê Hesen Rûhanî bibîne lê daxwazên wî hatine redkirin.
Waizî, li Tehranê berya ku encumena wezîran bicive axifî û got ku Rûhanî xwe amade dike da di kabîneya xwe de hinek wezîran û hinek ji şîretkarên aboriyê biguhirîne. Waizî got ku dê Rûhanî beyanê bide bê çend wezîr bên guhertin û kî bikeve şûna wan.
Waizî di mijara daxwaza Trump de got ku berê daxwaz ji Amerîka hatiye û weha dewam kir:
" Dema serokkomar Rûhanî bo tevlîbûna civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî li New Yorkê bû, Trump 8 caran xwest ku wî bibîne lê Rûhanî daxwazê red kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin