Trump baca gumrika otomobîlên Yekîtiya Ewrûpayê derdixe %25an

Trump baca gumrika otomobîlên Yekîtiya Ewrûpayê derdixe %25an

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku otomobîlên ji YE bikirin, wê %25 baca gumrikê deyne ser wan. Trump got ku YE li pey peymana heyî ya bazirganiyê naçe û otomobîlên ku marka wan Ewrûpa be û li Amerîkayê bên hilberîn, dê ji wan bacê nestînin.

Trump, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir lê ajansa Reutersê di daxwuyaniya xwe de got ku otomobîlên ji Ewrûpayê îtxal bikin, tarîfa baca gumrika wan derxe %25an ku kamyon jî di nav de ne. Trump got:

“Em û Ewrûpa em li ser peymana bazirganiyê me li hev kiribû lê Ewrûpa peymanê bicîh nayne û ji ber wê jî ez dilxweşim ku ragihînim da tarîfeyên baca gumrikê zêde bikim. Em ê tarîfa baca gumrika otomobil û kamyonên ji Ewrûpayê îtxal bikin derxin %25an.”

Trump ragihand ku gelek fabrîke yên hilberîna otomobil û kamyonan li Amerîkayê hatine ava kirin, veberhênana wan ji 100 milyar dolarî zêdetire, wê di nêz de ev fabrîke vebin û dê tê de karkerên Amerîkayî bixebitin.