PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser operasyona Idlibê daxuyaniyek da û got ku bila Esed û muttefîkên wî wilo bêhesab êrîşî Idlibê nekin.
Operasyona Idlibê nêzîk dibe û gengeşiya di navbera hêzên navnetewî de jî zêdetir dibe. Di derbarê operasyona Idlibê de Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û wiha got: “Divê serokomarê Sûriyê Esed bêhesab êrîşî Idlibê neke. Ev êrîş wê bibe birîneke kûr ya insanî. Ku Îran û Rûsya jî tevlî vê operasyonê bibin, ew ê xetayeke mezin bikin. Heye bi sed hezaran insan werin kuştin. Nehêlin ev insan werin kuştin.”
Li gorî agahiyan, li Idlibê 4 mîlyon sivîl hene. Ji ber îhtîmala operasyonekê, sivîlê nava Idlibê gelekî bitirs in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin