PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyeke tund li dijî Îranê belav kir û ragihand ku Tehranê ji bo lihevkirinê demeke pir dirêj winda kiriye. Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên dawî yên li herêmê û got: "Ji bo encamdan û muzakerakirina peymaneke ku dê ji bo wan bi xwe jî gelekî mezin û pirxweş biba, pir li bendê man û dereng man; ji ber vê yekê dê niha bedela wê giran bidên."
Donald Trump her wiha îdda kir ku hêzên leşkerî yên Îranê tûşî şikestineke mezin bûne û hûrguliyên rewşê li gora nêrîna xwe wiha rêz kirin:
Trump diyar kir ku artêşa Îranê di nav tevlîheviyeke de ye; piraniya hêzên deryayî û esmanî yên Îranê êdî nemane û bi temamî hatine têkbirin. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Îran tenê diaxive lê di pratîkê de tu tiştî nake û weha got: "Zorbayê Rojhilata Navîn êdî mir."
Ev daxuyaniya tund a Trump di demekê de tê ku aloziyên leşkerî û aborî yên li ser Tengava Hurmizê û xalên stratejîk ên herêmê di lîstika dîplomasiyê de wekî amrazên zextê tên bikaravêtin.