PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji rojnameya New York Post re ragihand ku dibe ku "mizgîniya" li ser lidarxistina gera duyem a danûstandinên ligel Îranê heta roja Înê (24ê Nîsana 2026ê) were eşkere kirin.
Piştî ku çavkaniyên Pakistanî îdîa kirin ku dê di navbera 36 û 72 saetan de nûçeyên xêrê derbarê pêvajoya dîplomatîk de werin, Trump li ser van îdîayan got ku ev mimkun e.
Hêjayî gotinê ye, tevî gefên tund ên leşkerî jî kanalên dîplomatîk hîn jî vekirî ne û Washington ji bo civîna Îslamabadê li benda encamekê ye. Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku agirbesta du hefteyî îro bidawî dibe.