PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Rêveberiya Leşkerî ya Odessayê ve hat ragihandin ku li herêma Hersonê ya Ukraynayê, depoyeke cebilxaneyê ya aîdê Rusyayê hatiye jinavbirin.
Berdevkê rêveberiya leşkerî ya Odessa Sergey Bratchuk ragihand ku hêzên Ukraynayê li bendera Henicheskê ya herêma Hersonê êrîşeke bi bandor kiriye.
Bratchuk di peyama xwe de got, "Li bajarê Henicheskê yê Hersonê ya dagirkirî, me êrîşeke bi hêz û bi bandor li dar xist. Li vê herêmê depoyeke cebilxaneyê ya girîng a stratejîk hebû û bi awayekî serkeftî hat jinabirin."
Li gorî nûçeya Reutersê, Rusyayê di derbarê êrîşa îdiakirî de hîn tu daxuyanî nedaye.
Li aliyê din, dîmenên teqîn û dûxanê ku ber bi asîmên ve diherikin, ji aliyê çapemeniya Ukraynayê ve hatin parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin