Uşakov: Hevdîtina bi nûnerên Trump re ne tenê li ser Ukraynayê bû

Uşakov: Hevdîtina bi nûnerên Trump re ne tenê li ser Ukraynayê bû

PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Rûsyayê û Şêwirmendê Siyaseta Derve Yuri Uşakov têkildarî hevdîtina Vladimir Pûtîn a bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê DYAyê Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner re daxuyaniyeke nû da.

Uşakov diyar kir ku hevdîtina li Kremlînê ji sê demjimêran zêdetir dom kiriye û ne tenê li ser krîza Ukraynayê, her wiha li ser mijarên aborî û projeyên mezin ên stratejîk ên navbera her du welatan jî hatiye axaftin.

Uşakov da xuyakirin ku nûnerên amerîkî ji bo çareserkirina nakokiyan çend fikir û rêyên nû pêşkêş kirine, lê Pûtîn jî tekez kiriye ku Rûsyayê li qada şer serketineke rastîn bi dest xistiye û divê sedemên bingehîn ên şer werin çareserkirin.

Nûnerê taybet Kirill Dmitriev jî ev serdan wekî pêngaveke girîng a ji bo aştiyê bi nav kir.