PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Fermandariya Artêşa Iraqê Lîwa Yehya Resûl, ragihand ku hêzên istixbaratî waliyê Bexdadê û alîgirê wî yê ragihandinê bi çalakiyekê kuştin.
Ajansa nûçeyan "El-Someriye" ya Iraqê ragihandiye ku Yehya Resûl di daxuyaniyekê de got: "Hêzên istixbaratî yên niştîmanî ya Iraqê bi çalakeyeke taybet waliyê Bexdayê yê DAIŞê Umer Şelal Ubêd El-Kernebî û alîgirê wî yê ragihandinê Leys Cemal (Ebû Bera) û cîgirê wî yê El-Erebî kuştin".
Şaneya ragihandinê ya Ewlehiyê li Iraqê jî da xuyakirin, "Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî tevî erêkirina fermandariya operasyonên hevpar rêzeçiyayên Qertac bombebaran kir û di encamê de 7 çekdarên terorî di hundirê tuneleke de hatin kuştin".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin