Washington: Rûsya li Ûkraynayê çekên kîmyayî bikar tîne

Washington: Rûsya li Ûkraynayê çekên kîmyayî bikar tîne

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) artêşa Rûsyayê li dijî hêzên Ûkraynayê bi bikaranîna ‘çeka kîmyayî’ ya bi navê chloropicrin tawanbar kir û destnîşan kir ku ev yek, binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ye.

Wezareta Derve ya DYAyê angaşt ku artêşa Rûsyayê li Ûkraynayê çekên bi bûjenên kîmyayî yên wek bombeyên gazê yên rondikrêj û asfîksîner bikar haniye.

Wezaretê destnîşan kir ku ew bûjenên kîmyayî bi giştî ji bo kontrolkirina serhildanan têne bikaranîn û hêzên Rûs, bi bikaranîna van çekên kîmyewî ku li ser mirovan metirsiyên mezin çêdike, hewl dide armancên xwe yên leşkerî pêk bîne.

Wezareta DYAyê wek rêbazek şer bikaranîna çekên kîmyayî ya Rûsyayê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev yek binpêkirina peymanên navneteweyî ye.