Wê Amerîka bersiva fuzeyên Koreya Bakur bide

Wê Amerîka bersiva fuzeyên Koreya Bakur bide

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîka yê Koreya Bakur Sung Kim, derbarê ceribandinên moşekên balîstîk ji aliyê Koreya Bakur ve daxuyanî da û got, wê Amerîka bersivê bide.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, Sung Kim piştî hevdîtina ligel hempîşeyê xwe yê Korneya Başûr Noh Kyu-duk li paytext Seulê, li ser ceribandinên moşekên balîstîk ên rêveberiya Pyongyang a Koreya Bakur daxuyanî dan.

Sung Kim bal kişand ser ku çalakiyên Pyongyangê tansiyonê bilind dikin û ew dê bersiveke bi biryar bidin wan çalakî û helwestên Koreya Bakur dibin sedema rageşî û aloziyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Koreya Bakur doh, moşeka balîstîk a teqtîkî ceribandibû ku ev ji serê salê ve 13emîn ceribandina moşekî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin