Welatên Kendavê û Urdin biryara bergiriya li hemberê Îranê dan

Welatên Kendavê û Urdin biryara bergiriya li hemberê Îranê dan

PeyamaKurd – Welatên endamên Hevkariya Kendavê û Urdinê biryarê dan ku dê bi hevre li dijî êrîşên Îranê mafên xwe yên rewa yên bergiriyê biparêzin. Ji bo parastina desthilata xwe, çi pêwist be dê bikin. Di biryarê de banga lezgîn ya biryara Konseya Ewlehiya NY kirin.

Di malpera Hevkariya welatên Kendavê de, dewletên Bahreyn, Kuweyt, Umman, Qatar, Arabistana Saûdî, Îmarat û Urdin, êrîşên Îranê û grûbên bi ser Îranê ve yên ser welatên xwe şermezar kirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku êrîşên Îranê ji 28ê Sibata 2026an heya niha, yên ser welatên navborî dewam dikin. Tevî ku Îran zebta li hev kirinê di 17ê Hezîrana 2026an de qebûl kiriye, êrîş dewam dikin.

Êrîşên Îranê bi taybetî li ser Bahreynê, Kuweyt û Urdinê li ser dezgên wan yên enerjiyê, tesîsên safîkina avê, lîman, balafirgeh û sîvîlên dinê dewam dikin.

Di daxwuyaniyê de gotin ku tevgerên Îranê li dijî Şertê NY û hûqûqa navdewletiye û Îran aştiya navdeweletî tehdîd dike.