PeyamaKurd – Wezîra dadê ya Amerîkayê (DYA) bi sedema têkoşîna bi şebeka îstîsmara cinsî ya Jeffrey Epstein re hatibû rexnekirin. Wezîra dadê Pam Bondi bi sedema serkeftina wê ya di karê wê de, serokê DYAyê Trump pesnê wê bilind da ku bi sûcdaran re têkoşiya ye.
Ragihandina îstîfa wezîra dadê ya Pam Bondi ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump de hat ragihandin. Wezîra bi sedema performansa têkoşîna bi şebeka milyarderê Amerîkî Jeffrey Epstein re, ji aliyê partiyên siyasî de hatibû rexnekirin.
Li ser îstîfa Bondi, serok Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Pam Bondi welatperwereka Amerîkiye û dosteka sadiq e. Ew wezîra, wezîrtiya xwe di sala borî de xweş bicîh anî. Pam çû bi ser sûcan ve, karekî baş kir û jimara kuştinan ji sala 1900an heya niha daxist asta herî kêm. Em ji Pam hezdikin û wê di wextekî nêz de bê ragihandin ku wê di sektora taybet de wezîfeyekî girîng ya ku pêdivî pê heye, bike.”
Trump her weha ragihand ku di vê pêvajoyê de wê cîgirê wezîrê dadê hûqûqnas Todd Blanche, bi wekaletî wezîrtiya dadê bimeşîne.
Nehat ragihandin bê wê wezîra di sektora taybet de çi karî bike an rexneyên ku partiyên siyasî lê dikirin çi ne.