Wezîrê berê Ercan Vuralhan hat kustin

Wezîrê berê Ercan Vuralhan hat kustin

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê berê yê Tirkiyê Ercan Vuralhan li bajarê Îstenbolê bi êrîşa kesê bi navê Yüksel K. bi kêrê hat kuştin.

Bûyer li taxa Fatihê çêbû. Wezîr Vuralhan ê 75 salî  li cafekê rûdinê û yek êrîşê dibe ser wî. Wezîr birîndar dibe û ambûlans wî dibin Nexweşxaneya Hasekiyê lê li nexweşxanê dimre.

Kujerê wezîrê berê hat girtin û niha di bin çav de ye. Polîs lêkolîna xwe dewam dike.

Ercan Vuralhan di sala 1987an de ji partiya Anavatanê bû parlementerê Ankara û di navbera salên 1987 û 1989an de bû wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin