Wezîrê Îranê ji Samê derbasî Tirkiyê dibe

Wezîrê Îranê ji Samê derbasî Tirkiyê dibe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zerîf bi serdaneke fermî çû Sûriyê.

Zerîf li Şamê îro bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya û piştî çend hevdîtinên din dê serdana Tirkiyê jî bike.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Zerîf dema gihîşt Şamê li balafirxaneyê ji rojnamevanan re da xuyakirin ku ew ji bo pêkanîna kordînasyona herêmî û navdewletî ligel Sûriyê li Şamê ye.

Zerîf got, ew ji bo pêkanîna rêkeftina serokomarên herdu welatan li Sûriyê ye û ragihand, ‘Bi heman armancan emê serdana Tirkiyê bikin.”

Tê çaverêkirin Wezîrê Îranê piştî serdana Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe û bi taybet li ser proseya hevdîtinên Astanayê yên derbarê Sûriyê de danûstandinan bi rayedarên Tirkiyê re bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin