'Wî welatî' dîsa mosek ceriband!

'Wî welatî' dîsa mosek ceriband!

PeyamaKurd – Serfermandariya Koreya Başûr ragihand bi daxuyaniyekê ragihand, Koreya Bakur du moşekên balîstîk ên menzîl kurt ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtine.

Hat qeydkirin, moşek li gor saeta herêmî di navbera 11.43-11.53an da li nêzî navçeya Sunan a paytext Pyongyangê hatin avêtin.

Hikûmeta Japonyayê diyar kir, moşek li derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê ketine û ti ziyan negihîşt hêmanên hewayî û deryayî yên li herêmê kar dikin.

Serokê Kabîneya Japonyayê Matsuno Hirokazu ceribandina moşekê şermezar kir û eşkere kir, bi rêya Balyozxaneya Japonya ya Pekînê ji Koreya Bakur re nota protestoyê hatiye şandin.

Hêjayî gotinê ye, ev ceribandin piştî ji raya giştî re hat eşkerekirin ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un wê biçe Rûsyayê û bi Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike, hatin kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin