Xamineyî: Kustina Yehya Senwar, ji bo “eniya berxwedanê” gelekî biês e

Xamineyî: Kustina Yehya Senwar, ji bo “eniya berxwedanê” gelekî biês e

PeyamaKurd –  Elî Xamineyî rêberê Komara Îslamî ya Îranê, îro 19ê cotmeha 2024an, du rojan piştî nûçeya mirina Yehya Sînwar rêberê Hemasê, dawî li bêdengiya xwe aniye û bi daxuyaniyekê mirina wî ji bo “Eniya Berxwedanê” weke bi êş bi nav kiriye.

Di peyama xwe de weha gotiye: “Kesekî weke wî ku jiyana xwe bi têkoşîna li dijî dijminê dagîrker û zalim derbas kiriye, ji bilî şehadeta wî ya ku heq kiriye, dawiya wî tune ye. Bê guman windabûna wî ji bo eniya berxwedanê gelekî biêş e, lê ev eniya bi şehadeta kesayetên navdar ên wekî Şêx Ehmed Yasîn, Fethî Şexaxî, Rentîsî û Îsmaîl Henîyye bi pêş ve neçû û bi şehadeta 12emîn a Yehya Sînwar. Xwedê jê razî be Hamas sax e û dê sax bimîne.”

Xamineyî di vê peyamê de berevajî peyamên bi vî rengî yên mehên dawî, behsa tolhildan û cezakirina Îsraîlê nekiriye.

Rêberê Komara Îslamî bêyî ravekirin, bi tenê nivîsiye: “Wek her car em ê li gel mucahid û têkoşerên dilpak bimînin.”

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin