Xortê ji qata 10an de ket, jiyana xwe ji dest da

Xortê ji qata 10an de ket, jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Niğde li taxa İlhanlı ber destê êvarê, xortê bi navê S.Y.(20) ji apartmana 11 qatî, ji qata 10an ji pencerê de ket xwarê.

Sedema ketina xort nehat zanîn lê dema tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê ketinê, di kontrola wan de dîtin ku S.Y. can daye.

Cenazê S.Y. ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Ömer Halis Demir ya bajarê Niğde. Polîs lêkolîna xwe ya li ser xortî dewam dike.