PeyamaKurd- Li Yûnanistanê, li payîtext Atînayê di navbera xwendavanan û polîs de pevçûn derket. Pevçûn li ser guhertina qanûna perwerdê derket.
Li dora hezar xwendevanênên xwendina navendî, li ber avahiya meclisê civiyan û qanûnên di derbarê lîse û ezmûna zankoyê de ku guherandin xistibûnê de, protesto kirin. Di dema xwepêşandana protestoyê de xwendevan bi kevir û molotofkokteylê êrîş kirin polîsan. Polîs xaz û bobeyên deng bikaranîn.
Di encamê de mirin çênebû lê gelek kes ji xazê bandorê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin