YAyê ji bo Sûriyê bi miqdarê 9,6 milyar Euroyê pere soz da

YAyê ji bo Sûriyê bi miqdarê 9,6 milyar Euroyê pere soz da

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê di konferansa Brukselê ya 7em ya bi navê Desteka Sûriyê de, bi miqdarê 9,9 milyar Euroyî soza destek û hibeyê da. Nûnerên welatên Yekîtiya Awrûpayê, welatên cîranên Sûriyê, Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên din yên navdewletî tevlî konferansa desteka dahatûna Sûriyê bûn. Di encama konferansê de endamê ji masa krîzê ya komîsyona Awrûpayê berpirs Janez Lenarcic, ragihandinê kir. Lenarcic, di ragihandinê de weha got:

“Ji bo sala 2023an 4,6 milyar Euro, ji bo sala 2024an 1 milyar Euro bi temamî 5,6 milyar Euroyê me soza perê bexşandî da û gelek dilxweşim ku mijarê radigihînim. YA û welatên endam soza bi temamî ya ji bo 9,6 milyar Eûro perê bexşandinê û krediyê dan. Ez bawer dikim ev nîşan dide ku civaka navdewletî bi xelkê Sûriyê re ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin