PeyamaKurd- Serokê Saziya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, li ser encamên dawî yên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an a di 14ê Gulanê de çêbûbû, daxuyanî da.
Ahmet Yener diyar kir ku encamên dawî yên Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an a ku di 14ê Gulanê de hatibû kirin, dê îro ji Rojnameya Fermî re bên şandin.
Serokê YSKê Yener, dema ketina avahiya Serokatiya YSKê, bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku encamên dawî yên Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriya Serdema 28an dê îro ji Rojnameya Fermî re bên şandin da ku ji bo raya giştî bên eşkerekirin.
Li gorî salnameya YSKê, tê payîn ku encamên dawî yên Hilbijartina Serokomariyê di 1ê Hezîranê de, piştî pêvajoyên îtirazê bi dawî bibin, bên eşkerekirin.
Li gorî encamên ne diyar, tê çaverêkirin ku Serokomarê hilbijartî yê 13emîn Recep Tayîp Erdogan, 2yê Hezîranê piştî eşkerekirina encaman kabîneya nû eşkere bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin