Zelenskiy, hisyariya radyasyonê li Tirkiye û welatên din kir

Zelenskiy, hisyariya radyasyonê li Tirkiye û welatên din kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê hegera zerardayîna santrala nukleerî ya Zaporijyayê de daxuyaniyek da. Zelenskiy da zanîn ku di serî de Tirkiye, gelek welat jî di bin metirsiyê de ne.

Volodimir Zelenskiy bi daxuyaniyekê bal kişand ser xetereya santrala nukleerê û da zanîn ku heger artêşa Rus ji Zaporijyayê venekişe, di serî de Tirkiye û Gurcistan, welatên li herêmê di bin gef û metirsiya nukleerî de ne.

Zelenskiy da zanîn ku artêşa Rus bi berdewamî derdora Zaporijyayê bombardûman dike û got,

“Rusya, li derdora Zaporijyayê çalakiyên xwe yên bi dek berdewam dike. Bi hinceta ku santralê diparêzin, dagirker bombardûmana li hember bajarok û qadên giştî yên derdora santralê bê navber didomînin. Rusya, di embarên çalak ên santralê de cebilxaneyan vedişêre. Ev kiryar, hemû nîşan didin ku Rusya daxwazên ewlehiyê yên welatên Ewropayê û 15 welatên din red dike.

Di nav van welatên ku daxwaz kirine de Amerîka, Kanada, Avustralya, Gurcistan, Tirkiye, İngiltere û Koreya Başûr hene.”

Serokê Ukraynayê bal kişand ser hegera kaçaxeke radyasyonê û got,

“Heger ev terora dewletê, daxwazên qada navneteweyî ji nedîtî ve tê, ev rewş rewşeke wisa ye ku demildest destwerdan bê kirin. Qaçaxeke radyasyonê ya ku ji Zaporijyayê derkeve, dê li hember Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Gurcistan û welatên dûr derbeyek be. Ewçax, her tişt dê li gorî berê bayê diyar bibe. Heger çalakiyên Rusyayê rê li karesatekê vekin, dê derbe li kesên ku bêdeng dimînin, bikeve. Heger cîhan niha li hember parastina santralê biryardar nebe, ev tê wê wateyê ku cîhan wenda dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin