PeyamaKurd - Zilamekî hîndî yê 93 salî ku bi koronaya nifşê nû (Covid-19) ketibû baş bû û ji nexweşxaneyê derket.
Zilamekî hindî tevî ku nexweşiyên wî yên kronik yên wekî diyabet û hîpertansiyon hebûn, baş bû û ji nexweşxaneyê derket.
Li gorî zanyariyên berdest, ew zilamê 93 salî mirovê herî mezin e ku ta niha bi vê nexweşiyê ketiye û baş bûye.
Pispor dibêjin nexweşiyên kronîk rîska mirinê zêdetir dikin.
Bijîşkê hîndî Imran Qureshi ji BBCya hindî re axivî û diyar kir ku demek berê rewşa wî zilamê giran bûye û 24 saetan bi amraza bêhnvedanê ve hatiye girêdan û dûre jî baş bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin