Bi mosekan êrîsî baregeha Amerîka ya Beledê kirin

Bi mosekan êrîsî baregeha Amerîka ya Beledê kirin

PeyamaKurd - Baregeha asmanî ya hêzên Amerîkayê Beled ku li parêzgeha Selahedînê ye, rastî êrîşeke moşekî hat.

Ajansa Reutersê bi zarê jêderekî ragihand ku baregeha leşkerî “Beled” ya hêzên Amerîka li parêzgeha Selahedînê bi 2 moşekan hat armanckirin, lê moşek li derveyî wê binkeyê ketin û ti ziyaneke canî nebû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, baregeha Beled ji bo karên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tê bikaranîn ku heta niha gelek caran rastî êrîşan hatiye.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê jî derbarê êrîşê de ragihand, di êrîşa li ser baregeha Beled de, ti ziyanên canî çênebûne û tê texmînkirin ku ew moşek ji navçeya Ducme ya Diyaleyê ve hatibin avêtin.

Şaneyê herwiha diyar kir ku êrîş îro di demjimêr 12:15 de li ser baregeha Beled a asmanî hatiye kirin û balafirên Iraqî jî tê de hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin