Japonya, alîkariyeke mezin dide herêmên erdhejê

Japonya, alîkariyeke mezin dide herêmên erdhejê

PeyamaKurd- Hikûmeta Japonyayê ragihand ku ew ê bi qasî 27 milyon dolaran, ji ber erdheja wêrankir dê alîkariya mirovî ya lezgîn bidin Tirkiye û Suriyeyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Kabîneya Japonyayê Hirokazu Matsunove hat ragihandin ku e wê bi qasî 27 milyon dolar alîkariya mirovî ya lezgîn ji Tirkiye û Suriyeyê re were dayîn. Matsuno destnîşan kir ku 16 milyon dolarê alîkariyê wê bi rêya saziyên navneteweyî bê dayîn û ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Suriyeyê, dê  stargeh, xwarin û pêdiviyên rojane bên dabînkirin.

Hirokazu Matsuno ragihand ku Tokyo dê bi rêya saziyeke sivîl a Japonî 4 milyon dolar alîkariyê bide herdu welatan û destnîşan kir ku ew ê alîkariya mirovî ya ji bo Tirkiye û Suriyeyê ji bo ji nû ve avakirina herêmên ji ber erdhejê zirar dîtine berdewam bikin.

Her wiha hat zanîn ku Japonya dê bi rêya sindoqeke alîkariyê ya navdewletî 7 milyon dolar alîkariya Suriyeyê bişîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin