PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalxaziyê kesekî ku bi çek lê xistin mir û polîs 3 kesên gumanbaran xist binçav. Kesê bi navê Onur K. ku bi hevalê xwe re li ber gola Orduzuyê rûdinişt, ji aliyê kesên ku bi otomobîlekî de hatin wê derê, bi çekan lê xistin û wî birîndar kirin. Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxana Zankoya İnönü, navenda Tib ê ya Turgut Özal. Onur K. li nexweşxanê can da.
Li ser bûyerê polîs kesên bi navên O.T, E.D. û E.D. xist binçav. Sitendina îfadeyên her sê gumanbaran li baregeha asayîşê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin