PeyamaKurd- Ji 2 yê mehê heya niha mijareka çapemeniyê ya Tirkiyê û dinyayê, mijara rojnamevan Cemal Kaşıkçı ye. Li ser mijara Kaşıkçı ku wendaye, balyozxaneya Erebistanê ji aliyê polîsên Erebistan û Tirkiyê de hat gerandin. Hêzên asayîşê ne bi awayeka fermî lê weka ragihandineka di bin de, gotin ku ew delîlên kuştina Kaşıkçı di konsulxaneya Erebistanê ya Îstenbolê de dîtine.
Nayê zanîn bi çi sedemê lê îro di vê germahiya mijarê de balyozê Erebistanê yê Îstenbolê Muhammed El Uteybî dageriya welatê xwe.
Polîsên Tirkiyê û Erebistanê li dora 9 sietî zêdetir li balyozxaneyê geriyan lê li ser çapemeniya dinyayê ku behsa cenazeyê Kaşıkçı dikin û dibêjin dibe ku li baxçê mêvanxana balyozxana Erebistanê hatibe definkirin de, wê li mêvanxanê jî bigerin.
Çapemenî bi her awayî mijarê şirove dikin lê hêj ne tekeze ku mijar bi temamî çawa qewimiye. Hêzên lêpirsîna mijarê bi cîhazên lazerkî di balyoxanê de li DNA yên Kaşıkçı geriyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin