Moskow | Fîlmê ‘Cîran’ û `Heft Semfoniyên Zagrosê` hatin xelat kirin

Moskow | Fîlmê ‘Cîran’ û  `Heft Semfoniyên Zagrosê` hatin xelat kirin

PeyamaKurd – Di Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, di nav beşa fîlmê metrajdirêj ê hunerî fîlmê ‘Cîran’ ê Mano Yûsif xelata hêrî baş wergirt.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku 29ê Hezîrana 2022an destpê kir heta 13ê Tîrmehê bi pêşandana fîlman û bernameyên sînemayê dewam dike.

Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 4 beşan pêk dihat, îro 4ê Tîrmehê hatin belav kirin.

Di beşa fîlmê hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt û di beşa Kurtefîlmê herî baş a dokumanterî de Perwîz Rostemî bi fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` xelata herî baş wergirt.

Juriyê Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Nazim Nadîrov li ser fîlmê `Heft Semfoniyên Zagrosê` got, ev fîlm şaheserek e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin