Azerbaycan û Ermenîstanê, li hev kir!

Azerbaycan û Ermenîstanê, li hev kir!

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ragihand ku li ser hin xalên "Peymana Dualî ya Sazkirina Aştî û Têkiliyên Navneteweyî" bi Ermenîstanê re li hev kir.

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê, li ser hevdîtinên şandeyên herdu welatan ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov hat lidarxistin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Wezîr û endamên şanda wan li ser hin xalên pêşnûmeya 'Peymana Dualî ya Sazkirina Aştiyê û Têkiliyên Navneteweyî' li hev kir û hat destnîşankirin ku di hin mijarên sereke de helwestên cuda cuda ne."

Her wiha bi rêya vê daxuyaniyê, ji ber mazûvaniya Amerîkayê, spasî hat kirin û hat diyarkirin ku aliyan li ser berdewamkirina muzakereyan li hev kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin