PeyamaKurd- Li gor ragihandina Rûdawê qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, bo li devera Şengalê û Mûsilê aramî çêbibe daxwaznameyekî bo serokwezîrê Iraqê ji Adil Abdulmehdî re şand. Xelîl weha got:
“ Deşta Şengalê û Mûsilê tevlihev bûye. Bedela vê tevlîhevbûnê xelk dide. Divê bi awayeka bilez çareserî bo tevlîhevî û şerê niha bê dîtin. Xelkê vê derê xwediyê çandeka cudaye û ne weka deverên bakûre. Şer û pevçûn û nelihevkirin bandorê li ser wan dike.”
Xelîl ragihand ku hêviya wan ji Adil Abdulmehdî heye û pêngavên girîng avêtiye. Ev jî bo wan dibe hêvî da di herêmê de aştî û aramiyê ji serokwezîr bixwazin. Xelîl got bi sedema van tevliheviyan xelkê deverê, di derveyê warên xwe de dijîn û divê ev mijar çareser bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin