Li Erzeromê ji 6 gumanbarên PKK/KCK ê xistin binçav

Li Erzeromê ji 6 gumanbarên PKK/KCK ê xistin binçav

PeyamaKurd – Asayîşa Erzeromê beşa TEM ê bi hevkariya Daîra Îstîxbaratê û beşên Tevgerên Taybet operasyonan kirin ser gumanbarên PKK/KCK ê. Operasyon ji bo 6 navnîşanan hat kirin û li Palandöken, Xinis û Tekmanê avêtin ser 6 ciyan.

Di nav binçavkiriyan de serokê HDP yê navçeyekî heye û ji binçavkiriyan 3 kes ji wan jin in. Sedema binçavkirinê “endamtiya rêxistina terorê”, “alîkariya endamên rêxistinê” û “kirina propoganda rêxistina terorê” hat nîşandan.

Rêvebiriya asayîşa Erzeromê ragihand ku di avêtina ser adresan de, demançeyekî,151 fişek û hinek pirtûkên ku ji bo civandina wan biryar hene, hatine girtin. Niha li beşa TEM ê, îfadên gumanbaran tê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin