PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, alîkarî da 550 malbatên kêmdahat ên Helebceyî.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yê li Helebceyê Karzan Selam diyar kir; li sînorê Helebceyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, lîsteya navên wan malbatan amade kiriye, ku pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye.
Karzan Selam da zanîn; li gor zanyariyên ku li ber destê me ne, li bajarê Helebceyê 293 malbat di bin xeta hejariyê de ne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û îro alîkarî ji wan re hate gîhandin.
Selam destnîşan kir; bi giştî îro alîkarî bi ser 550 malbatên kêmdahat ên Helebceyê de hatine dabeşkirin û di alîkariyê de, nêzîkî 30 kîlogram cûreyên xurekê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin