PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd got ku çareseriya kêşeyên Iraqê konfederalî ye, yan jî dabeşbûna Iraqê bi ser sê herêman de ye ji ber ku tenê dabeşbûn kêşeyan bi yekcarî çareser dike.
Mihemed Hacî Mehmûd di bultena Kurdistan24ê de ragihand: “Em weke Kurd kêşeya me ligel Bexdayê tune ye, lê belê kêşeya wan ligel me heye, ez di wê baweriyê de me ku ew amade nînin ku kêşeyan li gor destûrê çareser bikin, çimkî heta niha xaleke destûrê bicih nekirine.”
Hacî Mehmûd eşkere kir: “Çareseriye kêşeyên Iraqê konfederalî ye, yan jî dabeşbûna Iraqê bi ser sê herêman de, çimkî ji destpêka avabûna dewleta Iraqê ve bi awayekî berdewam di navbera pêkhateyan de kêşe heye, her pêkhateyek ku li Bexdayê desthilatê digre destê xwe, dixwaze dest deyne ser hemû Iraqê, tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê bi yekcarî çareser dike.”
Li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û civînên wî yên ligel serokwezîr û rayedarên payebilind ên Iraqê, Mihemed Hacî Mehmûd got: “Beriya niha Serokwezîr piştî çend roj ji pêkanîna Kabîneya Nehem serdana Bexdayê kir, ev jî tê wateya niyetpakiya ji bo rêkeftinê, niha jî ku çûye Bexdayê, karekî baş e, ez bawer im ku dê ji wan bibe mafên me di vî welatî de heye û em mafên xwe diparêzin, careke din nîşandana niyetpakiyê ye li hember aliyan, lê ez bawer nakim ku pêngavên cidî ji bo çareseriya kêşeyan biavêjin.”
Hacî Mehmûd destnîşan kir: “Ew dadgeha ku navê weke Dadgeha Federalî danîne, federal nîne, li Iraqê pêwîstiya me bi dadgeheke destûrî ye ku kêşeyan çareser bike, ne ku dadgehek di destê hizbê de be û ew çi bibêjin wê bike. Ev dadgeh destwerdanê di hemû tiştan de dike, di vê demê de dixwestin destwerdanê di mijara zewaca li Herêma Kurdistanê jî bike, ku ne karê wan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin