PeyamaKurd – Televizyona 12 ya Îsraîlê ragihand ku wê Îsraîlê li dijî gefên fuzeyên Îranê li welatên Behreyn û Îmaratê ku peymana Îbrahîm bi wan re girêdaye, sîstemên pêşketî yên çavdêriyê bicih bike.
Hat diyarkirin ku Îsraîl ji bo ku Îmarat û Behreyn bikaribin li hem gefên fuzeyên Îranê li ber xwe bidin, wan sîstemên radarê dabîn dike.
Herwiha çend roj berê jî projeyasayeke derbarê bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî li welatên ereb dijî gefên Îranê ji aliyê Pentagonê ve bo Kongreya Amerîkayê hatibû pêşkeşkirin ku pêşniyara karkirina bi Îsraîl û welatên Ereb re li hember gefên Îranê hatibû kirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beriya serdana xwe ya Rojhilata Navîn ragihandibû ku xebatên wan ên di çarçoveya normalîzekirina pêwendiyên welatên ereb bi Îsraîlê re di hemû warên siyasî û aborî de dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin