Axaftina Kurdî di nav xelkê de jî qedexe kirin

Axaftina Kurdî di nav xelkê de jî qedexe kirin

PeyamaKurd - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku talan, dizî, kuştin û eşkence ji aliyê çekdarên ser bi Artêşa Tirkiyê ve berdewam dike, vê carê jî grûbên çekdar zimanê Kurdî li Kurdan qedexe kirin!

Jêderekî ji gundê Qêsim yê navçeya Raco ji K24ê re da zanîn, grûba bi navê Ehrar el-Şerqiye axaftina bi zimanê Kurdî li xelkê wî gundî qedexe kiriye.

Herwiha Wî jêderî ragihand, ku berî çend rojan heman grûbê welatiyên gundê Qêsim kom kiribûn û rê û rêbazên ola Îslamî li wan sepandibûn û ji wan daxwaz kiribûn ku cilûbergên li gorî ola Îslamê lixwe bikin.

Ji aliyekî din, li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê grûbên çekdar avêtibûn ser malên gundiyan û 30 welatî revandibûn, 13 welatî li hember bireke mezin ji pereyan berdan, lê çarenivîsa 17 kesên din ne diyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin