PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku dê hefteya pêş, şandeke ji hikûmeta Swêdê, ji bo hevdîtinên NATOyê were Tirkiyeyê.
Ann Linde, bi navbeynkariya ajansa nûçeyan a fermî TTê ragihand ku hevdîtinên ku di navbera Swêd û Tirkiyeyê de dihatin kirin, bê navber û bê pirsgirêk dewam dikin.
Wezîr Linde da zanîn ku Swêd, li benda erêkirina Tirkiyeyê ya endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê ye û dê hefteya bê, şandeke ji Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji bo hevdîtinan biçe Tirkiyeyê.
Ann Linde, di dewama axaftina xwe de got,
“Ez nizanim dê Tirkiye kengî erê bike. Hefteya borî, di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de em ligel hempîşeyê min Mevlut Çavuşoglu hatin gel hev. Me hevdîtinan di ber çavan re derbas kirin. Her tişt baş bi rê ve diçe, em li gorî peymanê tevdigerin.”
Di 28ê Hezîranê de ji aliyê Tirkiye, Finlandiya û Swêdê ve li Lûtkeya NATOyê ya Madridê peymaneke sêalî hatibû destnîşankirin û ji bo ku Tirkiye endamtiya van herdu welatan ji bo NATOyê qebûl bike, hevdîtin û dan û stendinên siyasî, dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin