PeyamaKurd- Şerê aborî yê navbera Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê her diçe dijwar dibe. Niha Yekîtiya Awrûpayê bo Amerîkayê bi 20 mîlyar dolarî paketeka tehdîdê amade kiriye.
Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku eger Amerîka bo otomobîlên wan yên ku difroşin Amerîkayê, baceka gumrikê ya îlawe bo wan deyne, xwe amade kirine ku lîsteyeka bi 20 mîlyar dolarî bixin dewrê.
Lîsteya ku hatiye amadekirin, ne tenê bo eyaleteka Amerîkaye. Di lîstê de alavên keştûkalî, makîne û yên teknolojiya bilind hene. Yekîtiya Awrûpa amade ye ku baca ser hesin û elûmînyûmê ji aliyê Amerîka de bê rakirin, hevdîtinan bi Amerîkayê re bikin.
Serokê komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Jean-Claude Juncker û serokê Amerîkayê Trump dê îro li Washingtonê hevdîtinekî bikin. Juncker wê bi Trump re, mijarên bazirganiyê biaxifin. Xalên hevdîtinê yên din dê ewlekarî, têkoşîna bi terorê re, ewlekariya enerjiyê û geşepêdana aboriyê be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin