PeyamaKurd- Serokê dewleta Kirgizîstanê yê dewra berê Almazbek Atambayev, bi operasyona polîs hat binçavkirin. Dema avêtin ser mala Atambayev, di navbera destekvanên Atambayev û polîs de şer çêbû û herî kêm 10 kes birîndar bûn. Atambayev dema wezîfa wî ya serokkomariyê qediya, di 20 ê hezîranê de, di parlementoya Kirgizîstanê de, bi sedema serokatiya rêxistina sûc û sitendina bertîlan hemû mafên wî yên parastinê hatibûn rakirin.
Dozger bang lê dike da here îfadeyên xwe bide lê Atambayev red dike. Li ser ku îfade nade dozgeriyê, polîs davêje ser gundê wî yê ku ji Bişkekê 12 km dûr e. Destekvanên wî her çendîn nexwestin wî bidin destê polîs, polîs bi zorê wî binçavkirin. Polîsên ku avêtin ser mala Atambayev ne polîsên normal lê yên tîmên taybet in.
Ciyê ku Atambayev birine diyar nîne lê Rûsya di mijarê de ragihand ku ew mijarê dişopînin. Atambayev bi Moskova re xwediyê têkiliyên xurte.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin