Mesrûr Barzanî bo fermandarên Amerîkî: Pêwîste kordînasyon û hevkarî bidome

Mesrûr Barzanî bo fermandarên Amerîkî: Pêwîste kordînasyon û hevkarî bidome

PeyamaKurd - Serokwezîrê nû yê hikûmetê û Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya hêzên hevpeymaniya navdewletî kir.

Mesrûr Barzanî îro duşemê pêşwaziya cîgirê fermandeyê giştî yê operasyonên taybet li Iraq û Sûriyê, general Alex Grynkewich û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û rewşa Rojhilata Navîn û kordînasyon û hevkariya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hat axaftin.

Mesrûr Barzanî behsa rol û bandora kordînasyona navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de kir û anî ziman ku pêwîst e ew kordînasyon û hevkarî bidome.

Şanda mêvan jî spasiya Herêma Kurdistanê kir ku bi hêzên hevpeyman re hevkariyê dike, ji serokê nû yê hikûmetê re jî serkeftin xwast.

Di civînê de behsa mekanîzma hevkarî û kordînasyona navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de jî hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin