PeyamaKurd – Bernameyên “Russia Today” ji aliyê kompaniya You Tube, li çend welatên Ewropayê hat blokkirin û You Tube destûrê nade ku bernameyên wan belav bibe.
Kompaniya You Tube ya girêdayî Googleê ye belavbûna bernameyên “Russia Today” li çend welatên Ewropayê blok kir.
Li gor zanyariyan, li welatê Letonya û Lehistanê, “Russia Today” hatiye blokkirin.
Herwiha Yekîtiya Ewropayê qedexekirina weşanên “Russia Today” û “Sputnik” ku girêdayî hikûmeta Rûsiyê ne, di Ewropayê de pesend kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin