Pompeo: Tirkiyê pirsgirêka Nagorno - Qarabaxê gurtir kir

Pompeo: Tirkiyê pirsgirêka Nagorno - Qarabaxê gurtir kir

PeyamaKurd – Bi sedema di şerê Ermenîstanê de piştgiriyê dide Azerbayacanê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Tirkiye rexne kir.

Li gor Pompeo li Atlanta, di radyoya WBS de diyar kir, ew hêvî dike ku Ermenistan di cengê de karibe dijî Azerbaycanê berevaniya xwe bike.

Pompeo da zanîn: ‘‘Niha jî Tirk hene. Ketin navberê, hewcedariyên Azerbaycanê dan wê û rîska heyî û hêza agirî ya şerê dîrokî yê Nagorno - Qarabaxê de zêde kirin.’’

Herwiha ew hêvîdar e ku Ermenistan û Azerbaycan agirbestê ragihînin û kêşeyên xwe bi danûstandinê çareser bikin.

Amerîka, bi Rûsya û Fransa re di Koma Mînsk de ye ku ew kom di sala 1992’yan de bo çareserkirina kêşeya li Nagorno – Qarabax hatibû avakirin.

Wê komê herî dawî di sala 2010’an de hewil dabû Ermenistan û Azerbaycan peymaneke aştiyê îmza bikin, lê ew bi ser neketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin