PeyamaKurd - Hêzên Asayîşê yên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê şaneyeke DAIŞê girt ku destê wan di kuştin û tawanên di nav kampê de hebûye.
Hat ragihandin ku ev operasyona Asayîşê piştî ku 3 kesên Iraqî yên di kampa Holê de hatin kuştin hat kirin.
Çavkaniyeke ji Rêveberiya Kampa Holê daye xuyakirin ku 3 kes hatine girtin ku berpirsê wan tawanane ku di beşa yekem a kampê de hatine kirin.
Li Kampa Holê zêdetirî 62 hezar kes dijîn ku %90ê wan jin û zarokên malbatên DAIŞê ne.
Tenê ji destpêka îsal heta niha 70 kes di nava wê kampê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin