PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li seranserê Herêma Kurdistanê 613 kesên din bi Covid-19 ketine û 11 kesan jî can daye.
Di daxuyaniya wezaretê ya îro 14ê Hezîranê de hat diyarkirin ku 612 kes baş bûne û tedawiya 7 hezar û 215 kesan jî berdewam dike.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên li Herêma Kurdistanê gihîşt 177 hezar û 272 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 373 kes û heta niha 165 hezar û 684 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin