Keça Kobaniyê mêvana Serokwezîrê Kurdan e

Keça Kobaniyê mêvana Serokwezîrê Kurdan e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li keça Kobanî Nûjîn kir û piştgiriya xwe ji bo kar û çalakiyên wê nîşan da.

Di hevdîtinê de, Nûjîn Mistefa jibilî diyarkirina kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serokwezîrê Kurdistanê re, behsa kar û çalakiyên yên ji bo piştevaniya li mafên penaberên Sûriyê li derveyî welat kir.

Nûjîn Mistefa hêvî kir ku Hikûmeta Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî piştevan û hevkar bin ji kar û çalakiyên wê re, nexasim ku niha dixwaze rêxistinekê ji bo alîkariya penaberan ava bike.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî piştî ku bixêrhatina Nûjîn kir, piştgiriya xwe ji bo wê nîşan da di serxistina kar û çalakiyên wê de, da ku bê cudahî bibe dengê hemû pêkhateyên Sûriyê û bi hêviya ku rewşa Sûriyê baş bibe û penaber vegerin ser mal û jiyana xwe.

Nûjîn xelka Kobanî ye û niha penaber e li Almanya. Bi mebesta beşdariya di konferansa TDX-Niştîman li Hewlêrê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin