'Erdogan ji bo qetla Kurdan pistgirî da DAISê, loma jî bi Tirkiyê astî nayê Libyayê'

'Erdogan ji bo qetla Kurdan pistgirî da DAISê, loma jî bi Tirkiyê astî nayê Libyayê'

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) ya girêdayê Xelîfe Hefter, Ehmed el Mismarî beriya Konferansa Berlînê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Mismarî di pêşkeşiya xwe ya Erebî û Îngilîzî de, Tirkiye bi tundî tawanbar kir ku bi rêya sazî, artêş û milîsên kirêkirî destwerdana Libyayê dike.

Mismarî got, “Rêxistina IHH ya alîkariyan a paravana MÎTê (Saziya Îstixbarata Tirkiyê) yek ji wan saziyên sereke ye ku piştgiriya cîhadiyan a çekan û pizîşkî dike.”

Mismarî da xuyakirin ku Tirkiye bi rêyên qaçax ên deryayî di şandina ‘terorîstên Sûriyê bo Libyayê’ de berdewam e.

Berdevkê ANLê herwiha got, “Erdogan ji bo qetilkirina Kurdan û tunekirina bajarên wan û aboriya wan piştgirî da DAIŞê û rêxistinên din ên terorî. Tirkiye ji bo hemû endamên DAIŞê û El Qaîdeyê bû baregeha terorê. Loma jî ti caran bi ser Tirkiyê de, aştî nayê Libyayê.”

Mismarî, herwiha bal kişand ser bazara li ser penaberên Sûriyê ya hikûmeta Tirkiyê û belavbûna terorîstên DAIŞê li nav Ewropayê û got, Erdogan berpirsê belavkirina terorê li Ewropayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin