Rêxistina Mafên Mirovan pistgirî da Dayîkên Semiyê!

Rêxistina Mafên Mirovan pistgirî da Dayîkên Semiyê!

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan, mudaxeleya polîsên Tirkiyê ya li dijî Dayîkên Şemiyê şermezar kir: “Ev tevgera li dijî vê çalakiyê, tam rezalet e.”

Dayîkên Şemiyê duh ji bo kesên windakirî, dîsa xwestin ku li Stenbolê rûnin û dengê xwe bilind bikin. Lê belê polîsan nehiştin ku Dayîkên Şemiyê rûnin û gelek çalakvan jî binçav kirin.

Li ser vê geşedanê, ji gelek aliyên welêt û derveyî welêt, ji bo Dayîkên Şemiyê, piştgirî hatin. Seroka Rêxistina Mafên Mirovan Emma Sinclair daxuyaniyek da û wiha got: “Wezareta Karên Hundir ya Tirkiyê, çalakiyeke aşîtiyane jî qedexe dike û polîs wan bi zorê belav dikin. Ev, muameleyeke gelekî xeddar e li dijî kesên ku li dijî sûcên dewletê edaletê dixwazin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin