PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, tîma xwe ya ragihandina seroktiyê hemû ji jinan hilbijart.
Hat ragihandin ku wê rêberîya tîma medyayî ya Joe Biden Kate Bedingfield bike ku ew berê cîgira dîrektorê ragihandina kempanyaya Biden bû.
Jen Psaki dibe berdevka Koşka Spî ku aw jî dema seroktîya Barack Obama dîrektora ragihandinê ya Koşka Spî bû.
Biden bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew serbilind e ku temamê tîma ragihandinê ya Koşka Spî ji jinan pêk hatiye û got, ev tîma xwedî ezmûn wê bike ku welat ji berê baştir ava bibe.
Herwiha wê şêwirmendîya cîgira serokê hilbijartî Kamala Harris jî jinên bi navê Symon Sanders û Ashley Etienne bikin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin