Rojavayê Kurdistanê | 3 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

Rojavayê Kurdistanê | 3 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn, 7 kesên din li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniyê; li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê can dane. Li hemberî wê jî, 4 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihiştiye 8602 kesan, ji wan 1246 kes baş bûne û 316 kesan jî can dane.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin