Putin biryarnama ji bo xwutrkirina ewlehiya ‘Buhira Kerçê’ îmze kir

Putin biryarnama ji bo xwutrkirina ewlehiya ‘Buhira Kerçê’ îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin piştî teqandina pira Kirimê ku Rûsya û Kirimê bi hev ve girêdide, ji bo xwurtkirina ewlehiya ‘Buhira Kerçê’ biryarnameyekî îmze kir. Wisa xwuya dike ku ‘Buhira Kerçê’ ji aliyê ewlehiyê de qelse. ‘Buhira Kerçê’ ew buhire ku Derya Azakê û Derya Reş bi hev ve girêdide. Di heman wextê de Derya Azakê di navbera Rûsya, Kirim û Ûkrayna de deryayekî hevpare. Li ser mijarê Kremlîn weha got:

“Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gihandina ku di navbera Federasyona Rûsya û Nîv-girava Kirimê de dibe, dixwaze ewlehiya xeta xaza xwezayî ya şebeka elektrîka pirê ku di navbera Krasnodarê û Kirimê de derbas dibe, ji bo ewlehiya xeta xazê biryarnamê îmze kir.

Li gor biryarnamê; zêdekirina ewlehiya ‘Buhira Kerçê’ û bicîhanîna wê, dê ji aliyê Serwîsa Ewlehiyê ya Rûsya Federal (FSB) de bêkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin