Çîn bertekê nîsanî kiryarên Hûsiyan da

Çîn bertekê nîsanî kiryarên Hûsiyan da

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ji bo destekê bidin Hamasê li Derya Sor êrîşên xwe yên ser keştiyên bazirganiyê dewam dikin û li ser mijarê dewleta Çînê xwest ku Hûsî dev ji wan tevgerên xwe yên acizkirinê berdin.

Li ser êrîşên Hûsiyan ku li Derya Sor û Kendav a Adenê yên ser keştiyên bazirganî dewam dikirin, hêzên Îngîltere û Amerîkayê êrîşan birin ser baregehên wan yên li Yemenê.

Gelek şîrketên neqliyê rêya xwe ji ser Derya Sor guhertin û rêya xwe dixin ser rêya başûrê Afrîkayê ‘Poz ê Umîdê’.

Li ser mijarê berdevka wezareta karên derve ya Çînê Mao Ning nerazîbûna dewleta xwe diyar kir û got:

“Em bangî Hûsiyan dikin ku êrîş an tacîzên ser keştiyên sîvîl yên ku gihandina hilberîna navdewletî û amadekirina zincîra wê ya sîstema bazirganiya dinyayê dikin, bi dawî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin